Dagirkeran 48 hezar û 400 ton ji genim û cehê li Girê Spî talan kir

Berpirsê depoyên genin li Girê Spî Şêx Mihemed Ebdo got dewleta Tirk a dagirker hemû ceh û genimên di depoyên El-Dehlîz û El-Sexrat de talan kir û birin Tirkiyê.

Dagirkeran 48 hezar û 400 ton ji genim û cehê li Girê Spî talan kir
27 cotmeh, 2019   08:41
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên derqanûnî li herêmên ku dagir dike, pêk tîne. Çeteyan hemû navendên xizmetguhzarî û milkên sivîlan dagir kirin û talan kirin her wiha di sala derbasbûyî de berhemên zeytûn û genim ji Efrînê jî talan kir.

Berpirsê depoyan li bajarê Girê Spî Şêx Mihemed Ebdo ji ajansa me ANHA`yê re got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê yên Ii bajêr vegeriyan depoyên El-Dehlîz ê rojhilatê bajarokê Silûk talan kir (11 hezar û 400 ton) genim û depoyên El-Sexrat ê başûrê Girê Spî (11 hezar ton genim), talan kir.

Di hundirê her du depoyan de 26 hezar ton ceh heye. Bi vê yekê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 48 hezar û 400 ton ji ceh û genim ji bajarê Girê Spî, talan kirin.

Mihemed Ebdo got wan ceh û genim piştî mewsim bi buheya 160 lîreyên Sûrî kirîn û berhemên genim û ceh di depoyan de sal û nîvekê têra herêmê dikir.

Ebdo destnîşan kir ku çeteyan nêzî depoyên El-Dehlîz rojhilatê bajarokê Silûk rêyek taybet vekirin da ku genim bidizin û bibin Tirkiyê û got çeteyan depo di saetên şev de, talan kir.

Ji aliyekî din ve çeteyên dewleta Tirk gef li berpirsên depoyan Şêx Mihemed Ebdo û malbata wî xwar ku dê wan bikujin piştî ku mala wî şewitand.

Di vê der barê de Şêx Mihemed got çeteyan malên her kesê ku di Rêveberiya Xweser de dixebitin şewitand û gefên bi kuştinê li wan xwarin.

Tê zanîn ku li kantona Girê Spî 4 depo hene (El-Dehlîz li bajarokê Silûk, El-Sexrat başûrê Girê Spî, Eyn Îsa û Şirakrik ku ji mezintirîn depoyên li kantonê ye û ji aliyê balafirên dewleta Tirk hat bombebarankirin).

(bx)

ANHA