Jinên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan

Bi sedan jinên bajarê Reqayê bi meşeke girseyî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Jinan gotin, berxwedana wan dê heta serkeftina û têkbirina dijmin dewam bike.

Jinên Reqayê li dijî êrişên dagirkeriyê daketin qadan
24 cotmeh, 2019   12:54
REQA

Meş ji çerxerêya Agirkujiyê ber bi çerxerêya El-Saa ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsa şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, wêneyên şehîdan û birîndarên ji ber bikaranîna çekên qedexekirî hatin hildan.

Meş li çerxerêya El-Saa veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji endamên Rêveberiya Jin a Reqayê Meryem El-Îbrahîm bi navê tevahî jinên bajarê Reqayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komkujiyên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, bikarîna çekên qedexekirî û lîstina bi cenazeyê şehîd Amara û Hevrîn Xelef hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku QSD`ê 11 hezar şehîd di oxira rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê, parastina destkefiyên gelan û misogeriya jiyana azad û bi rûmet daye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vekişîna hêzên Koalisyonê tiştek naguhêre ji ber QSD`ê bi îradeya gelên herêmê gelek herêm ji çeteyên DAIŞ`ê, rizgar kir.

Paşê ji rêveberên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê  Intîsar El-Daûd û ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Rodîn Mihemed axivîn. Di axaftinan de bang li civaka navdewletî hat kirin ku sînor ji komkujiyên dewleta Tirk a dagirker were dayîn. Her wiha hat gotin armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina tevahî gelên herêmê ye. Axaftivanan got divê rê li ber firehbûna DAIŞ`ê re ku tevî artêşa Tirk a dagirekr êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, were girtin.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwena QSD`ê û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

(bx)

ANHA