Di merasîma oxirkirina lehengan de: Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azdiyê ji vê xakê re bîne

Malbatên şehîdan gotin, welat tenê bi saya şehîdan tê rizgarkirin û wiha berdewam kir: "Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azadiyê ji vê xakê re bîne, Şivan, Tolhildan û Cudî di şerê yekemîn ê li Serêkaniyê bi ser ketin û li ser vê dika pîroz em soza rizgarkirina xaka Serêkaniyê didin."

Di merasîma oxirkirina lehengan de: Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azdiyê ji vê xakê re bîne
Di merasîma oxirkirina lehengan de: Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azdiyê ji vê xakê re bîne
Di merasîma oxirkirina lehengan de: Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azdiyê ji vê xakê re bîne
Di merasîma oxirkirina lehengan de: Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azdiyê ji vê xakê re bîne
Di merasîma oxirkirina lehengan de: Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azdiyê ji vê xakê re bîne
Di merasîma oxirkirina lehengan de: Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azdiyê ji vê xakê re bîne
Di merasîma oxirkirina lehengan de: Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azdiyê ji vê xakê re bîne
24 cotmeh, 2019   12:52
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo 3 şehîdên Berxwdana Rûmetê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûbûn oxir kirin.

Şêniyên bajarê Qamişlo li pêşiya saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, da ku şehîdên Berxwedana Rûmetê werbigirin. Navên şehîdan wiha ne: Yek ji fermandarên Hêzên Antî Terorê ku di 20`ê Cotmehê li navçeya Eyn Îsa şehîd bûbû, Agîd Mehmûd (Tolhildan Zagros), şervanê QSD`ê Yusif Nebî (Şivan Rohat) ku di 11`ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbû û şervanê QSD`ê Behcet Inco(Cudî Feraşîn) ku di 14`ê Cotemehê li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbû.

Piştî gel cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê wergirtin, bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo ve birê ketin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryaniyan, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, jin û ciwanan li goristanê pêşwaziya şehîdan kirin û bi yekdengî gotin, “Şehîd rêberê têkoşîna me ne, şehîd parzvanên welat û rûmeta me ne, şehîd namirin”.

Merasm bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyîd sersaxiyê ji malbatên her 3 şehîdan re xwest û got: “Em ê heta pêkanîna armancên şehîdan şopdarên rêya wan bin.”

Endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD) Abdulkerîm Saroxan axivî û got, doza gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî ne di nava 4 dîwaran de ye, îro bûye doza cîhanê û li ser maseya civaka navdewletî ye, her wiha berxwedana ku hate meşandin, Erdogan û dewletên rê jê rê vekirin û îro parastina kiryarên wî dikin, tengav kir.

‘Em ê parastina xaka xwe ya ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin bikin’

Birayê şehîd Tolhildan Zagros, Mehmûd Mehmûd axivî û ev tişt anî ziman: “Em ne tenê ji parastina welatê xwe şer dikin, lê belê ji bo parastina ewlehî û aşîtiya hemû cîhanê şer dikin, ji ber vê yekê parastina rêya şehîdan dikin û soza şopandina xaka ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin didin."

Birayê şehîd Şivan Rohat, Hemdîn Nebî axivî û got: “Ez isbat dikim ku xak tenê bi saya şehîdan tê rizgarkirin. Tenê çeka şervanên QSD`ê dê azadiya vê xaka misoger bike, Şivan û rêhevalên xwe di şerê Serêkaniyê yê yekemîn de bi ser ketin û li ser vê dika pîroz em soza rizgarkirina Serêkaniyê didin." 

‘Birayê min, canê xwe di oxira parastina zarokên Serêkaniyê de feda bike’

Birayê Şivan Rohat got, piştî artêşa Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, Şivan bi min re axivî û got “Ez û hevalên xwe li Serêkaniyê li dijî artêşa Tirk şer dikin, birayê min tu dixwazî em canê xwe feda bikin, an jî zarokên Serêkaniyê li pey xwe bihêlin?Hemdîn Nebî wiha bersiv da birayê xwe, birayê min canê xwe feda bike û parastina zarokên Serêkaniyê bike.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rêvîn Şexmûs wesîqeta her 3 şehîdan xwend û radestî malbatan kir, paşê her sê şehîd li Goristana Delîl Saroxan hatin veşartin.

(eh)

ANHA