James Jeffrey: Ji ber êrişa Tirkiyê 100 DAIŞ`ê reviyan

Nûnerê Taybet ê DYA'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey got, aloziya ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhiloatê Sûriyê bû hişt ku 100 DAIŞ‘î ji girtîgehên QSD‘ê birevin.

James Jeffrey: Ji ber êrişa Tirkiyê 100 DAIŞ`ê reviyan
23 cotmeh, 2019   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Taybet ê DYA'yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey ji AFP‘ê diyar kir ku ji ber aloziya piştî êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdorê 100 DAIŞ`î  karibûn ji girtîgehên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de, birevin.

Ajansê her wiha bal kişande ser wê yekê ku James Jeffrey, Komîteya Têkliyên Derve ya Congressê ji vê yekê agahdar kiriye û gotiye : ‘‘Heta niha 100 DAIŞ`î karîbûne ji zîndanên Sûriyê birevin û em nizanin ew niha li ku derê ne.‘‘

(rr)