Li Gozelê mayîna artêşa Tirk a dagirker bi zarokekî ve teqiya

Di encama teqîna mayîna artêşa Tirk a dagirker de li gundê Gozelê yê ku bi 5 km ji gundê Aliya yê girêdayî Til Temirê ye zarokekî jiyana xwe ji dest da û temenmezinek jî birîndar bû.

Li Gozelê mayîna artêşa Tirk a dagirker bi zarokekî ve teqiya
Li Gozelê mayîna artêşa Tirk a dagirker bi zarokekî ve teqiya
Li Gozelê mayîna artêşa Tirk a dagirker bi zarokekî ve teqiya
23 cotmeh, 2019   16:08
HESEKÊ

Mayînek artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Gozelê yê ku bi 5 km ji gundê Aliya li ser rêya Til Temirê bi zarokê bi navê Cuma El-Hisên ê 11 salî ve teqiya. Di encamê de jiyana xwe ji dest da û bapîrê wî Heza Mistefa yê 60 salî birîndar bû.

Zarokê bi navê Mihemed û bapîrê wî ji gundê Lîlan in. Li dora gundê Gozelê pez diçêrandin.

Heza Mistefa ji nexweşxaneya watanî  ya bajarê Hesekê re hate veguhestin.

(şx)

ANHA