Şêniyên beşdarî konê çalakiyê bûn: Gotina dawî ya QSD`ê ye

Şêniyên beşdarî konê çalakiyê ku li Til Semen Bakurê Reqayê hatiye vedan bûn, destnîşan kirin ku gotina dawî ya li ser erdê ya QSD`ê ye û teqez kirin ku rêya berxwedanê tekan e ya têkbirina dagirker e.

Şêniyên beşdarî konê çalakiyê bûn: Gotina dawî ya QSD`ê ye
Şêniyên beşdarî konê çalakiyê bûn: Gotina dawî ya QSD`ê ye
Şêniyên beşdarî konê çalakiyê bûn: Gotina dawî ya QSD`ê ye
Şêniyên beşdarî konê çalakiyê bûn: Gotina dawî ya QSD`ê ye
Şêniyên beşdarî konê çalakiyê bûn: Gotina dawî ya QSD`ê ye
23 cotmeh, 2019   15:43
REQA

Konê çalakiyê yê şermezarkirina êrîşa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên ku pêk tîne, di roja xwe ya 8`mîn de li bajarê Til Semen li gundewarê bakurê Reqayê didome, îro jî malbatên şehîdên, buroya jin di Meclisa Sivîl a Reqayê, endamên navenda çandê ya Reqayê û endamên meclisên herêmî ji herêmên Dêrazorê serdan kirin.

Di serdanê de beşdaran nerazîbûna xwe ji dagirkeriya Tirkiyê û destwerdanên derve û komployên navneteweyî li dijî gel û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dan.

Di bin kon de bavê şehîd Fîras Reqa Ebûd El-Ewed wiha got: "QSD`ê tekan e hêza li pêşiya terorê şer kir û bi saya xwîna hezaran şehîdan ew têk bir", her wiha destnîşan kir ku dewletên ku hevpeymanan pêk tîne dixwazin tenê berjewendiyên xwe pêk bînin û diyar kir ku gotina herî dawî li ser erdê ya QSD`ê ye.

Ebûd El-Ewed dewama berxwedanê heta rizgarkirina hemû xaka Sûriyê ji terorê teqez kir û wiha got: "Hêzên me şerê duyemîn artêşa di NATO`yê de kir."

Her wiha beşdarên li çalakiyê Fatime El-Îbrahîm û Noriyê El-Ereb îşaret bi berxwedana QSD`ê ku destanên lehengiyê bi xwîna xwe nivîsandin, kir û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu hêzan ji bilî QSD`ê ku parastina herêmê bike, qebûl nakin.

Noriyê El-Salih serbilindiya xwe anî ziman ku kur û hevjînê xwe di rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞ`ê dan û amadekariya xwe ji bo têkbirina Tirkiyê û çeteyên wê hîna şehîdan bidin.

ANHA