Washingtonê pêşniyara Almanya ya avakirina herêma ewle erê kir

Ruetersê ragihand, DYA`yê  bi baldarî pêşniyara Almanya ya avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê erê kir û banga lêpirsîna gumana pêkanîna sûcên şer di êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê de kir.

Washingtonê pêşniyara Almanya ya avakirina herêma ewle erê kir
23 cotmeh, 2019   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya du rojan Almanya pêşniyar kirirbû ku herêmeke ewle li Bakurê Sûriyê were avakirin da ku sivîl û koçber bêne parastinê û misogeriya şerê dijî DAIŞ`ê dewam bike. Lê ta niha detayên pêşniyarê ne zelal in.

Nûnera Amerîka ya li gel NATO`yê Kay Bailey Hutchison wiha got: "Washingtonê pêşinyara Berlînê ya avakirina herêma ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir."

 Kay diyar kir ku divê hevkarên ewropa bi berpirsyariya xwe rabe.

Balyoza Amerîka ya li gel NATO`yê Kay Bailey Hutchison behsa plana Almanya kir "Ji komên ewropî pêk tê û dê bibe beşek ji hêzên parastina aştiyê ya navdewletî."

Kay wiha got: "Bê guman ew baş e",  lê hişyarî da ku ew ji bandora hevpeymana duh a di navbera Serokê Rûsya Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêşinyara Almanya bi fikar e.

Şêwermend Kay beriya civîna wezîrên parastinê yên dewletên NATO`yê ku dê roja Pêncşemê li dar bixin, banga lêpirsînê der barê gumana pêkanîna sûcên şer  de di êrişa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir.

Her wiha bang li dewletên Ewropa kir ku hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ`ê li Sûriyê şer kirin, bigirin.