Çeteyên Tirkiyê li gundekî Til Temirê 7 sivîl revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê  Şiblî yê Til Temirê girtin û 7 kes revandin.

Çeteyên Tirkiyê li gundekî Til Temirê 7 sivîl revandin
23 cotmeh, 2019   15:51
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku Hêzên Asayîşa Til Temirê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker girtin ser gundê Şiblî yê 15 km dûrî bajêr û li ser rêya Eyn Îsayê dikeve û 7 kes ji gundî revandin.

Navê kesên hatine revandin: " Yûnis Xalid El-Qasim, Yûsif Şalîs El-Qasim, Ebdureheman Mehmûd El-Seyid, Ebû Satûr Ebû Yasir Togeya, Mihemed Ebû Yasir, Nasir El-Xidir û Xidir Fehed El-Asî".

ANHA