Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne

Beşdarên konê piştgiriyê gotin, dewleta Tirk a dagirker bi rêya çekên xwe yên kîmyewî û balafiran nikare berxwedana gel bişkîne.

Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne
Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne
Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne
Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne
Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne
Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne
Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne
Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne
Beşdarên çalakiya konê: Dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne
17 cotmeh, 2019   12:39
HELEB

Çalakiya konê piştigiriya Berxwedana Rûmetê ya li taxa Şêxmeqsûdê hatiye vedan di roja xwe ya 7’emîn de didomin. Endamên partiyên siyasî ji PYD’ê, Partiya Guhartin û Runêsas, Partiya Sûriye ya Pêşerojê, MSD’ê û endamên komîngeha Şehîd Gelhat, beşdarî bin kon bûn.

Di çalakiyê de bi navê PYD’ê, Partiya Guhartin û Runêsas, Partiya Sûriye ya Pêşerojê, MSD’ê û endamê komîngeha Şehîd Gelhat axaftin hatin kirin.

Axêveran êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî çek û balafirên wê şermezar kirin ku şênî çekên qedexekirî tên hedefgirtin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ku dê dawiya dewleta Tirk a dagirker li Sûriyê be û wiha îşaret pê kir: "Divê tevahî gelên herêmê bi yek destî li hember êrîşên dagirkeriyê bisekinin."

Kesên axivîn bang li dewletên cîhanê kir ku êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan, rawestînin.

Çalakî bi diruşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

(fr)

ANHA