Cenazeyê Goran Osman li Amûdê hate veşartin

Şêniyên navçeya Amûde cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk, Goran Osman ê ku di 14`ê Cotmehê de di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Ismaîl oxir kir.

Cenazeyê Goran Osman li Amûdê hate veşartin
Cenazeyê Goran Osman li Amûdê hate veşartin
Cenazeyê Goran Osman li Amûdê hate veşartin
Cenazeyê Goran Osman li Amûdê hate veşartin
Cenazeyê Goran Osman li Amûdê hate veşartin
Cenazeyê Goran Osman li Amûdê hate veşartin
Cenazeyê Goran Osman li Amûdê hate veşartin
17 cotmeh, 2019   12:29
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê şervanê Goran Osman bi nasnav Goran Amûdê yê ku di sekinandina li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker de li ser navçeya Amûdê di 14`ê Cotmehê de şehîd bûbû, oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji Navenda Heyva Sor a Kurd a navçeya Amûdê wergirtin û piştre berê xwe da Goristana Şehîd Ismaîl a navçeyê. Şêniyan wêneyê têkoşerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û alên YPG û YPJ`ê hildan.

Li goristanê li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cirzîrê hevserokê Desteya Hundirîn Kenan Berekat axivî û berxwedana destanî ya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê destnîşan kir. Berekat behsa rola mezin a gel ê ku bersiva seferberiya giştî daye kir û got: "Îro şervanên me li eniyên berxwedanê bi xwîna xwe dîrokê dinivîsin."

Paşê Saziya Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Ismaîl veşart.

(şx)

ANHA