HRE’yê li Mareyê li çeteyan da: 6 kuştî, 9 birîndar

Hêzên Rizgariya Efrînê li Mareyê li çeteyên artêşa Tirk a dagirker da û di encamê de 6 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn.

HRE’yê li Mareyê li çeteyan da: 6 kuştî, 9 birîndar
17 cotmeh, 2019   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şeve din li bejahiya navçeya Mare ya Efrînê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistin.

HRE’yê li xeta gundên Tiwês, Semûqa û Tilmadiq li çeteyan da û di encamê de herî kêm 6  çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn.