Moşekek li navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanî ket

Vê sibê saet di 8:10’an de moşekek li qada navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li Dêrikê ket.

Moşekek li navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanî ket
17 cotmeh, 2019   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet di 8:10’ê sibehê de moşekek ku jêderê wê nenaskirî ye, li qada navenda Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li gundê Hekemiyê yê girêdayî bajarê Dêrikê ket. Hate zanîn ku di encamê de tu ziyan pêk nehatine.