Li Serêkaniyê, Endamê Desteya Tenduristiyê Hayil Salih şehîd bû-HATE NÛKIRIN

Endamê Desteya Tendursiyê Hayil Salih di dema hewldana wî ya bi tîma tenduristiyê re li Serêkaniyê ya rakirina birîndaran bi giranî birîn bûbû, şehîd bû.

Li Serêkaniyê, Endamê Desteya Tenduristiyê Hayil Salih şehîd bû-HATE NÛKIRIN
17 cotmeh, 2019   09:08
HESEKÊ

Kadroyên tendurisiyê yên girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ji hêla balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker di 11’ê Cotmehê de ku hewl didinan birîndarên sivîl ji Serêkaniyê rakin, hatin hedefgirtin.

Tîma tenduristiyê ji 5 endaman pêk tê. Piştî çend saetan tîmeke tendurisiyê ya dîtir endamê Desteya Tendurisiyê Hayil Salih rakir nexweşxaneyê, lê hê jî 4 endamên din winda ne.

Îro, Hevserokê Desteyê ya li Herêma Cizîrê Dr. Menal Mihemed piştrast kir ku piştî ku Hayil Salih bi topbarana dewleta Tirk a dagirker birîndar bû, şehîd bû.

Li gor Menal gotiye, endamê Desteya Tenduristiyê Hayil Salih(25) li nexweşxaneya Şedadê hemşîre bû.

Der barê 4 hemşîreyên dîtir de, Ehmed îşaret pê kir ku hê jî çarenûsa wan ne diyar e.

(fr)

ANHA