Şêniyên Helebê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re nîşan da

Şêniyên ku beşdarî konê piştgiriyê yê li bajarê Helebê bûne, piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re diyar kir da ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê têk bibin û parastina xaka Sûriyê bikin.

Şêniyên Helebê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re nîşan da
Şêniyên Helebê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re nîşan da
Şêniyên Helebê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re nîşan da
Şêniyên Helebê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re nîşan da
Şêniyên Helebê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re nîşan da
Şêniyên Helebê piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re nîşan da
16 cotmeh, 2019   11:33
HELEB

Çalakiyên konê piştgiriya Berxwedana Rûmetê ku li Qada 19 Şehîdan a li taxa Şexmeqsûd a bajarê Helebê hatiye vedan, derbasî roja xwe ya 6`an bûn.

Îro endamên meclisa taxa Eşrefiyê, Komîna Şehîd Dr. Şahêd Cimyan, her wiha endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, endamên PYD`ê û şêniyên taxê kom bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê gelek axaftin ji aliyê PYD, meclisa taxa Eşrefiyê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û hin beşdarên ji şêniyên taxê, hatin kirin.

Axaftvanan destnîşan kir ku pêvajoya heyî hevgirtina di navbera şêniyên civaka Sûriyê de ji bo têkbirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û parastina xaka Sûriyê dixwaze.

Her wiha axaftvanan behsa muzakereya lihevkirinê di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser de kir û wiha got: "Armanca me parastina gel e û kêmkirina firsendên artêşa Tirk a dagirker di pêkanîna komkujiyan li ser sivîlan e. Her wiha da ku deriyê diyalogê di navbera aliyên Sûriyê de bê vekirin."

Di dawiyê de axaftvanan soza domandina têkoşîn û berxwedanê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê da.

(jo)

ANHA