Bi mijara êrîşa Tirkiyê Pines diçe Enqereyê

AFP‘ê li ser zimanê çavkaniyan fermî ragihand ku cîgirê serokê DYA‘yê Mike Pines di 24 saetên pêşîn de dê biçe Tirkiyê.

Bi mijara êrîşa Tirkiyê Pines diçe Enqereyê
15 cotmeh, 2019   17:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Mike Pines di demek berê de ragihandibû ku Donald Trump bi rêya telefonê bi hempêşiyê xwe yê tirkî Receb Tayyîp Erdogan re axivî û jê xwest yekser êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku  ji 9`ê Cotmehê ve domdar in rawestîne.

Mike Pines diyar kir ku wî û şêwirmendê karûbarên ewlehiya neteweyî Robert O'Brien di zûtirên dem de dê biçin Enqereyê .

(şx)