ANHA‘yê pêla koçberiyê ya ji navçeya Çelebiyê şopand

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên ji saetên sibehê ve li ser navçeya Çelebiyê ya başûrê rojhilatê Kobanê de gelek kes koçber bidin.

ANHA‘yê pêla koçberiyê ya ji navçeya Çelebiyê şopand
15 cotmeh, 2019   17:51
KOBANÊ

Navçeya Çelebiyê ya başûrê rojhilatê kantona Kobanê ji sibehê ve dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê topbarankirin. Artêşa Tirk a dagirker  hewl dide bi rêya gundê Ebû Sirayê bikeve navçeyê.

Ji ber topbaranê sivîlên navçeya Çelebiyê û gundê Ebû Sirayê berî didin cihên bi ewle.

ANHA