Spanyayê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand

Wezareta Karê Derve ya Spanyayê ragihand ku Spanya ji bo bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re rawsestandiye.

Spanyayê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand
15 cotmeh, 2019   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrîşên dagirkerî û qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir û şûnde gelek welatên Ewropayê, firotina çekan a ji bo dewleta Tirkiyeyê rawestand.

Wezareta Karê Derve ya Spanyayê daxuyaniyek daû got: “Spanya li gel hevpîşeyên xwe yên di Yekîtiya Ewropayê de, êrîşa li ser Sûriyeyê napejirînin. Lîsansa ji bo bazirganiya amurên leşkerî ya nû nadin.”