Hoşyar Zêbarî hişyarî da

Wezêrê Derve yê Iraqê yê berê Hoşyar Zêbarî, ji bo qirkirina etnîkî ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, hişyarî da.

Hoşyar Zêbarî hişyarî da
15 cotmeh, 2019   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêbarî di agahiyên xwe yên ji Sky News a Erebî re wiha got: “Êrîşa leşkerî ya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilatê Firatê tiştekî metirsîdar e, ne tenê li ser rewşa Sûriyê lê belê li ser giştî herêmê jî metirsîdar e.”

Her wiha da xuyakirin ku ji ber operasyonên bordûmankirina asmanî û topavêjan, fikareke mezin li ser operasyona qirkirina etnîkî, kuştina sivîlan û bêgunehan heye.

(rr)