Xesan El-Yûsif bang li şêniyan kir ku îdiayan bawer nekin

Hevserokê Meclîsa Rêveber ê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif, got ku lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikûmeta Sûriyê çêbûye de, herêma Dêrazorê di nav xwe de nagire.

Xesan El-Yûsif bang li şêniyan kir ku îdiayan bawer nekin
15 cotmeh, 2019   15:41
DÊRAZORÊ

Li gundewarê rojavayê Dêrazorê têkildarî rewşa dawî civîneke hate lidarxistin. Hevserokê Meclîsa Rêveber ê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif axivî û got ew bi tu awyan destwerdanên derve di karûbarên Sûriyê de qebûl nakin.

El-Yûsif êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin û bang ji şêniyên Dêrazorê kir ku, idîa û gotegotin ku aliyên bi guman bi armanca derxistina tevliheviyê belav dikin, bawer nekin.

(rr)

ANHA