Şêniyên Reqayê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Bi hezaran şêniyên Reqa û gundewarên wê 3 şervanên QSD`ê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku li Girê Spî di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a Reqayê ya li gundê Hikumiyê oxir kirin.

Şêniyên Reqayê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Reqayê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
15 cotmeh, 2019   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Merasîm bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarê Reqa û gundewarên wê li dar ket.

Navên şehîdan wiha ne: Beşar Abdulrezaq Alî (Aqreb), Ehmed Mislim (Ehmed) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Raxib Merî.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Ebû Casim Reqawî axivî û îşaret bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk kir. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da û got bi saya wê dê li dijî DAIŞ`ê serkeftinê bi dest bixin.

Paşê nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsa Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Merasîm bi sloganan bi dawî bû û şehîd ber bi goristanê ve rakirin.

(eh)