‘Welat rûmeta me ye û baweriya me bi biryarên rêveberî û hêzên me heye’

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku parastina xakê erkeke neteweyî û exlaqî ye û welat rûmeta wan e, divê her kes layîqî xwîna şehîdan û parastina desteftiyên wan be.

‘Welat rûmeta me ye û baweriya me bi biryarên rêveberî û hêzên me heye’
‘Welat rûmeta me ye û baweriya me bi biryarên rêveberî û hêzên me heye’
‘Welat rûmeta me ye û baweriya me bi biryarên rêveberî û hêzên me heye’
‘Welat rûmeta me ye û baweriya me bi biryarên rêveberî û hêzên me heye’
‘Welat rûmeta me ye û baweriya me bi biryarên rêveberî û hêzên me heye’
‘Welat rûmeta me ye û baweriya me bi biryarên rêveberî û hêzên me heye’
‘Welat rûmeta me ye û baweriya me bi biryarên rêveberî û hêzên me heye’
‘Welat rûmeta me ye û baweriya me bi biryarên rêveberî û hêzên me heye’
15 cotmeh, 2019   13:20
QAMIŞLO

Îro pêkhateyên bajarê Qamişlo ji Kurd, Ereb, Suryan, rêxistin, partiyên sivîl û Saziya Malbatên Şehîdan berê xwe da konên sersaxiya şehîdan ên şervanê QSD`ê Ehmed Siwîr Gelî (Dilbirîn) ku di 12`ê Cotmehê de li Dêrazorê şehîd bû, endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di 12`ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bû, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Alan Mehmûd û Ehmed Qasim ku di 13`ê Cotmehê de li gundê Mebrûka şehîd bûn û endamê Hêzên Erka Xweparastinê Raman Elî ku di 12`ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bû. Kon li pêşiya malên malbatên wan hatine vedan.

‘Welat rûmet e’

Kon bi wêneyên şehîdan, alên QSD`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Erka Xweparastinê hatin xemilandin û gelek axaftin ji aliyê şandeyên beşdar ve hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsî Xan Gilo di bin konê sersaxiya şehîd Dilbirîn de axivî û wiha got: "Em dayikên şehîdan fêr bûne ku ji bo wefadariya welat zarokên xwe bidin, welat rûmeta me ye, em ê heta dawiya parastina rûmeta xwe bikin."

Şemsî Xan Gilo wiha got: "Divê em laqîyî şehîdên xwe bin. Em ê parastina desteftiyên xwe bikin, piştgiriya şervanên xwe bikin. Em ji vê xakê çêbûne û dê li ser vê xakê bimirin û çi bibe em jê dernakevin."

Paşê gelek axaftin ji aliyê şandeyên beşdar ve hatin kirin û destnîşan kirin ku ew di rêya têkoşînê de bi israr in ku êrîşa dewleta Tirk têk bibin, her wiha baweriya xwe bi Rêvberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê diyar kirin.

(jo)

ANHA