Jinên DAIŞ`î şerê QSD`ê yê li dijî artêşa dagirker wek derfet dibînin û hewl didin birevin

Jinên DAIŞ`î yên di kampa Holê ya başûrê kantona Hesekê de, hewl didin tevliheviyê di kampê de derxin da ku ji xwe re derfetê bibînin û ji kampê birevin.

Jinên DAIŞ`î şerê QSD`ê yê li dijî artêşa dagirker wek derfet dibînin û hewl didin birevin
11 cotmeh, 2019   08:28
HESEKÊ

Di kampa Holê de bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞ`ê hene. Ew ji xeternaktirîn kampên di cîhanê de ye.

Çavkaniyên ji kampê ji ANHA`yê re ragihand ku jinên DAIŞ`î hewl didin tevliheviyê di kampê de derxin da ku ji xwe re derfetê bibînin û ji kampê birevin. Çavkaniyan diyar kir ku îro ji saetên sibê ve tevliheviyê dest pê kir, piştî ku ji duh ve hazirî jê re dihatin kirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê jî destnîşan kir ku ew parastina nuqteyên ewlehiyê, koçber, penaber, rêxistin û komeleyên di beşên kampê de ji jinên DAIŞ`î dikin.

(bx)

ANHA