Li Girî Spî 4 sivîl di nav de zarok birîndar bû

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Elî Bacilye yê bejahiya Girê Spî 4 sivîl birîndar bû.

Li Girî Spî 4 sivîl di nav de zarok birîndar bû
Li Girî Spî 4 sivîl di nav de zarok birîndar bû
Li Girî Spî 4 sivîl di nav de zarok birîndar bû
11 cotmeh, 2019   08:11
GIRÊ SPÎ

Nûçegihanê me ragihand ku siwîqastê artêşa Tirk a dagirker sivîlên Girê Spî kir hedef û di encama wê de 4 sivîl birîndar bû di nav de zarokê bi navê Îmad Ehmed Xirad û Ehemd Abdullwehab Xirad.

Her wiha di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Elî Bacilye yê bejahiya Girê Spî 2 sivîl bi perçeyên hawanê birîndar bûn.

Kesên birîndar ev in: Yasir Elî Selo (30) û Ehmed Abdullwehab (65).

Birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneya Şehîd Umer Elûş.

(bx)

ANHA