Xwendekarên Efrînê: Em amade ne li dijî dagirkeriya Tirk şer bikin

Tevgera Xwendekarên Demokrat a herêma Efrînê, êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û banga piştgiriya QSD, YPG û YPJ`ê kir.

Xwendekarên Efrînê: Em amade ne li dijî dagirkeriya Tirk şer bikin
10 cotmeh, 2019   12:28
ŞEHBA

Bi dehan xwendekarên Tevgera Xwendekarên Demokrat a herêma Efrînê li qada Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê kom bûn û li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Xwendekarên Efrînê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk guhartina demografiya herêmê, jiyana hevbeş û biratiya gelan têk bibe.

Her wiha xwendekaran bêdengiya li hemberî faşîzma Tirk şermezar kir û soza piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê da.

Çalakî bi sloganên "Bijî berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê" bi dawî bû.

(eh)