Hêzên dagirker li Dirbêsiyê zarokek birîndar kir

Artêşa Tirk a dagirker careke din derdora navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê topbaran dike, di encama topbarana li ser gundê Qeremanî yê li ser rêya Serêkaniyê de zarokek birîndar bû.

Hêzên dagirker li Dirbêsiyê zarokek birîndar kir
10 cotmeh, 2019   12:26
HESEKÊ

Nûçegihana me ji navçeyê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker beriya çend kêliyan navenda navçeyê û gundê Qeremî yê li ser rêya Serêkaniyê topbaran kir. Ji ber topbaranê li ser gundê Qeremî de zarokek birîndar bû.

Nûçegihana me ragihand ku topbaran taxên li nêzî sînor û derdora bajarê Dirbêsiyê cihên sivîlan dikin hedef.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan didin.

ANHA