Rêxistinên afrîkayî û erebî der barê komkujiyan de hişyarî da

Rêxistineke Afrîkayê ya çanda mafên mirovan û Rêxistina El-Erebiya ya Mafên Mirovan li Brîtanya û Ewropayê, her wiha Weqfeya Kendavê ya Maf û Azadiyan êrîşên artêşa Tirk a dagirker û binpêkirina serdestiya wê, her wiha dagirkirina xaka wê da ku berjewendiyên Tirkiyê yên dîrokî pêk bîne, bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Rêxistinên afrîkayî û erebî der barê komkujiyan de hişyarî da
10 cotmeh, 2019   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyên rêxistinan de hate gotin ku êrîşên Tirkiyê nayên qebûlkirin. Her wiha rewşên ku herêm tê re derbas dibe û geşedanên dawîn, dewleta Tirk ji xwe re derfet dibîne û ev yek ne li gorî pîvanên zagonên navdewletî ye.

Li gorî nûçeya SkyNewsê her sê rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî îşaret bi berpirsyariya civakî ya navdewletî kir û di nav de Meclisa Ewlehiyê di bersivdayîna xetereya ku li ser aramî û aştiya navdewletî çêdike ku tu hewldanên ku dixwazin xaka Sûriyê dagir bikin an jî guhertina demografîk a şêniyên Bakurê Sûriyê û pêkanîna artêşa Tirk ji sûcên şer, rûxandin û pêkanîna sûcên mirovî li djî gelê Kurd kir.  

(bx)