Partiyên herêma Firatê banga seferberiya giştî kir

Partiyên siyasî yên herêma Firatê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga seferberiyê kir.

Partiyên herêma Firatê banga seferberiya giştî kir
10 cotmeh, 2019   11:45
KOBANÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê û Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê yên li herêma Firatê der barê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyeke hevpar da.

Endam û rêveberên partiyên navborî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn. Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Nîhad Ehmed daxuyanî xwend û got:

" Meclisa Sûriya Demokatîk û hêzên QSD‘ê di nêzîkatiyên xwe yên bi dewleta Tirk re nerm bû û bi navbeynkariya Amerîkayê re û bi rêya diyalogên vekirî hewl da vê pirsgirêkê çareser bike, li ser vê yekê mekanîzmaya ewlehiyê hate pêkanîn ku karibe rê li ber xetereyên dewleta Tirk bigire. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji xelkê Sûriyê yên kirêkirî dest bi operasyona leşkerî kir û bê ser û ber bajar û gundên sivîlan kirin hedef.

Ev herêmê bi sedhezaran koçberên Sûriyê yên ku ji ber şer reviyan hembêz kir û li hemberî koma herî tundraw ya cîhanê ya DAIŞ‘ê sekinîn û ew têk birin. Lê hîna xeteriya wan heye, heke Bakurê Sûriyê were valakirin dê ev komanan bi lez belav bibin.

Li ser vê yekê em êrîşên Tirkiyê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û Komkara Ereban dikin ku bi lez destwerdanê bike û rê nede ku felaketeke mirovî pêk were mîna ku li Efrînê pêk hatiye ji guhertina demografîk û qirkirina etnîkî. Ji bilî wê jî xeteriya enadamên DAIŞ‘ê di girtîgehê rêveberiyê de heye.

Em bang li gelê xwe yê Bakurê Sûriyê, tevahî Kurdistanê û derveyê welat dikin ku dengê xwe bighînin cîhanê û li pêşiya xwediyên biryaran çalakiyan li dar bixin û fişarê li civaka navdewletî bikin da ku biryara rawestandina êrîşê bide.

Em partiyên siyasî soz didin gelê xwe ku em di demên zehmet de li kêleka wan bin û ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna pak a zarokên vê herêmê hatin avdan da ku Sûriyeke demokratîk ne navendî pêk were em ji hêzên xwe yên lehgen re bibin stun."

ANHA