Li gelek deverên Almanyayê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek deverên Almanyayê hatin şermezarkirin.

Li gelek deverên Almanyayê êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin
9 cotmeh, 2019   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên li bajarên Heilbron, Freiburg, Bon û Dusseldorf ên Almanyayê bi çalakiyan cûda êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di meşê de alên kurdî, wêneyên sivîlên ku di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê de şehîd û birîndar bibûn hatin hildan.