Rêveberiya Xweser: Diyalog çareseriya herî guncaw e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku çareseriya herî guncaw ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê di diyalogê de pêkane. Her wiha balkişand ku divê bûyerên li Efrînê rû dane dûbare nebin.

Rêveberiya Xweser: Diyalog çareseriya herî guncaw e
9 cotmeh, 2019   21:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro daxuyanî da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

 ‘‘Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hertim radighîne ku çareseriya herî guncew ji bo bi dawîkirina aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî pêkane. Me hertim hewl da diyalogê pêş bixin. Gelek hevdîtin di navber rêveberiyê û Rûsyayê de ji bo pêşxistina diyalogê li dar ketin. Rêveberiyê nexşerêya çareseriyê pêşkêş kir û dibîne ku pêşxistina wan kedan ji bo ku nexşerê di pratîkê de pêk were gelek girîng e.

Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi awayekî erênî li daxunayiyên birêz Sergey Lavrov wezîrê derve yê Rûsyayê girêdayî diyalogê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de dinêrin. Em hêvî dikin ku Rûsya rola xwe wek desteker û garantor di vî warî de bilîze. Encamên wê yên pratîk û rastîn hebin. Ji ber ku ev girtek ji bo xizmeta berjewendiya tevahiya sûriyan e. Teqez e ku em naxwazin bûyerên li Efrînê rû dane dubare bibin. Li Efrînê tevahiya gelê Sûriyê rastî êrîşan hatin û hatin hedefgirtin. Ji ber wê divê Efrîn dubare nebe ji ber ku dê li Sûriyê û gelê wê bi giştî xeter be.”

(şx)

ANHA