Partiya Pêşerojê ya Sûriyê civînek li Dêrazorê li dar xist

Bi dirûşma "Bi hev re ber bi Sûriyeke demokratîk, pirreng û nenavendî ve" Partiya Pêşerojê ya Sûriyê civînek ji şêniyên bajarokê El-Sûr ê gundewarên bakurê Dêrazorê re li dar xist.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê civînek li Dêrazorê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê civînek li Dêrazorê li dar xist
Partiya Pêşerojê ya Sûriyê civînek li Dêrazorê li dar xist
30 îlon, 2019   08:13
DÊRAZOR

Bi armanca guhdarkirina li nerînên şêniyan û danasîna armancên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, partiyê civînek ji şêniyên bajarokê El-Sûr ê Dêrezorê re li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarok û gundên wê, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan û gelek endamên partiyê şaxê Dêrazorê beşdarî civînê bûn.

Ibrahîm El-Qeftan di civînê de axivî û da zanîn ku armanca partiyê avakirina Sûriyeke nenavendî ye ku itîrafê bi hemû pêkhateyan dike û kesî paşguh nake û got: "Em nahêlin kes welatê me Sûriyê parçe bike, her wiha em binpêkirinên Tirkiyê li xaka Sûriyê ku hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derbasî welatê me bike, qebûl nakin."

El-Qeftan, berpirsyariya koçberkirin û kuştina gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê girt ser dewleta Tirk a dagirker û bang li şêniyan kir ku li pêşiya hemû cureyên êrîşên ku gefan li ewlehî û îstiqrara herêmê dixwin, bisekinin.

Şêniyan gelek pirs der barê pêşeroja herêmê de di aliyê siyasî û xizmetguzarî de kir û endamên partiyê pirs bersivandin.

Hêjayî gotinê ye ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dê di rojên pêş de rêzecivînan ji şêniyên gundewarên Dêrazorê re li dar bixe.

ANHA