Dagirkeriya Tirk careke din gundên Şêrawayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku xwe li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawayê bi cih kirine, di van kêliyan de gundên navçeya Şêrawayê topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk careke din gundên Şêrawayê topbaran dike
18 îlon, 2019   13:57
EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro dîsa gundê Aqîbe yê girêdayî navçeya Şêrawayê topbaran dikin. Bi dehan top li gund û derdora wê ketin.

Topbaran heta kêliya amadekirina nûçeyê jî berdewam e.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawayê yên tijî şêniyên Efrînê yên ku neçar mane ji warên xwe derkevin, rojane dike hedef.

(şx)

ANHA