Li Efrînê revandina sivîlan didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh 5 şêniyên Efrînê revandin. Çarenûsa wan ne diyar e.

Li Efrînê revandina sivîlan didome
Li Efrînê revandina sivîlan didome
Li Efrînê revandina sivîlan didome
Li Efrînê revandina sivîlan didome
Li Efrînê revandina sivîlan didome
18 îlon, 2019   11:04
EFRÎN

Çavkaniyekî ji navçeya Şiyê ji ajansa me re diyar kir ku duh çeteyên El-Emşat 4 welatî ji gundê Senerê yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê revandin.

Navên kesên hatine revandin, wiha ye: Elûş Mihemed Cirko, Şîfar Mustefa Sado, Zîbar Elî Elo û Henan Mihemed Ehmed.

Çavkaniyekî din ji navçeya Mabata destnîşan kir ku çeteyên artêşa Tirk duh welatiyê bi navê Henan Mihemed Şêx Seydî yê ji gundê Şêxotka yê navçeya Mabata revand.

Heta niha çarenûsa kesên hatine revandin ne diyar e.

(bx)

ANHA