Şaredariya Qamişlo projeyên havînê bi dawî dike

Şaredariyên gel ên navçeyên rojhilat û rojava yên bajarê Qamişlo ji sedî 95 ji planên havînê pêk anîn.

Şaredariya Qamişlo projeyên havînê bi dawî dike
Şaredariya Qamişlo projeyên havînê bi dawî dike
Şaredariya Qamişlo projeyên havînê bi dawî dike
Şaredariya Qamişlo projeyên havînê bi dawî dike
Şaredariya Qamişlo projeyên havînê bi dawî dike
Şaredariya Qamişlo projeyên havînê bi dawî dike
Şaredariya Qamişlo projeyên havînê bi dawî dike
Şaredariya Qamişlo projeyên havînê bi dawî dike
14 îlon, 2019   06:32
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

ΗŞaredariyên gel ên navçeyên rojhilat û rojava yên bajarê Qamişlo gelek projeyên xizmetguzarîiyê yên havînê, ji sererastkirina rê, vekirina rêya stratejîk, sererastkirina torên ava vexwarinê, kanalîzasyon û derbaskirina basen (otobus) veguhastina hundirîn li nava taxên bajêr, pêk anîn. Rêjeya pêkanîna van projeyan ji sedî 95 e.

Rê

Rê ji projeyên girîng ên xizmetguzariyê li bajar û navçeyan in. Xirabbûna wê, yekser bandorê li tevahî civakê dike. Bi destpêka havînê re, Şaredariya Gel a Qamişlo bi Şîrketa Zagros a sererastkirinê re peyman îmze kir da ku tevahî rêyên bajêr ên ku lê kort çêbûne, sererast bikin. Rêjeya zirara rêyan ji sedî 65 e. Peymana ku di navbera her duyan de hatiye îmzekirin, 45 projeyên li nava bajêr in.

Şaredariya Gel a Qamişlo, sererastkirina tevahî rêyên li nava bajêr, pêk anîn. Xebat di 9’ê Gulana îsal de dest pê kir. Rêyên hatine sererastkirin; rêya Hîzama Bakur a bajarê Qamişlo bi dirêjahiya 14 km a çûn û hatinê, rêya sûka navendî ya ku rojhilatê bajêr bi rojavayê ve girê dide û rêyên şaxî yên li taxên bajarê Qamişlo.

Şaredariyê di 2’yê Tîrmehê de, rêya li rex Pira Cûdî ya bi dirêjahiya 350 m û kêmberiya 8 m sererast kir. Bi wê re jî fişara li ser pirê sivik bû. Tenê ew rê ya çûnê ji aliyên rojhilatê bajêr ve ye.

Di xebatên sererastkirina rêyan de 30 hezar m3 qîr hate bikaranîn.

Projeyên li derveyî plansaziya salane

Piştî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo tevahî rêyên li bajêr sererast kirin û ketin xizmetê, şaredariyê di encama qelişandin û kolandina rêyan de ya bi sedema lehiyên li Cizîrê di dawiya mehên Adarê û destpêka Nîsanê de çêbûne, gelek projeyên dîtir pêk anîn. Weke Elî Fero ya di navbera bajarê Qamişlo û rêya navdewletî ya bi dirêjahiya 12 km û kêmberiya 7 m de û rêya Qamişlo û navçeya Amûdê ya bi dirêjahiya 20 km û kêmberiya 8 m.

Endamê Buroya Pîşeyî ya Komîteya Deste û Şaredariyan a kantona Qamişlo endazyar Bêrîvan Îlyas wiha der barê projeyan dîtir de diyar kir ku xebat hê berdewam e. Dê rêya Elî Fero di demeke nêz de bi dawî bibe. Der heqê rêya stratejîk a di navbera Qamişlo û navçeya Amûdê de Bêrîvan wiha anî ziman: "Dê rê bi xîzê bê rastkirin û jê re miqdara 500 – 600 m3 ji xîzê hatiye diyarkirin. Her wiha jî qîr bi mîqdara 14 hezar m3 hatiye eyarkirin."

Şaredariyê rêyên xîz li rêyên taxê reşandin û rast kir. Heta niha jî ji sedî 70 hatiye sererastkirin. Dê di çend rojên pêş de bi dawî bibe.

Av

Ji girîngtirîn projeyên ku şaredariyê li bajarê Qamişlo pêk anîne, sererastkirin û restorakirina torên ava vexwarina bajarê Qamişlo ye. Stasyona Sevan a ku bi hêza 600 -700 m3 av di saetekê de dehiv dide, her du dînamyon taxa Hilêliyê û Uwêca yên ku ji sedî 75 dehive didin, dînamyona Cexcex a ku dikeve goşeya ewlehî ya li naverasta bajarê Qamişlo ya ku pirî caran endamên rejîmê li ser serwer in, hatin serererastkirin.

Bi destpêka hevînê re azarên şêniyên hin taxên bajarê Qamişlo di encama kêmbûna avê de dest pê kirin. Daîreya Avê di leztirîn dem de çarser kir. Şaredariya Gel û werşeyên çêkirinê yên girêdayî Daîreya Avê pirsgirêkên li taxa Siyahî ya li rexê Parka Arî, dînamoya ava taxa Hilêliyê û xetên avê yên xirab bûne, çêkirin. Her wiha komîteya çavdêriya li ser dînamoyên avê yên li aliyê rojava, hat avakirin.

Veguhastina hundirîn

Şaredariyên Qamişlo yên aliyên rojhilatê û rojava 14 basên veguhastina hundirîn(basa gel) derbasî xetên li bajarê Qamişlo kirin. Ev pêngav bi heyecanekê ji hêla şêniyan ve hat pêşwazîkirin. Bi wê re jî azarên şêniyan ên bi xwediyên erebe(tax) ku kirêya her şexsekî 100 lîreya Sûriyê bû, hatin bidawîkirin. 55 rawestgehê ji basan hatin eyarkirin, da ku aloziya çûn û hatinê çênebe.

Paqijî

Ji aliyekî din ve jî şaredariyê girîngiya mezin da paqijbûna bajêr. Di vî warî de dest bi gelek hemleyan hate kirin. Jê jî hemleya"Welatê me mala me ye, ka paqijiya wê bikin" ya ku di 30’yê Hizîranê hatiye destpêkirin heta roja îro berdewam e. Ev hemle, hemleya heftane ye ku her roj şemî dest pê dibe. Tê de hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên li Herêma Cizîrê beşdar dibin. Şaredariyên Qamişlo 70 sendoqên çopê, li navçeyên bajêr û 500 sendoq jî li naverasta sûka navendî, belav kirin. Dê 120 sendoqên mezin jî li nava taxên bajêr bê belavkirin.

Beşên agirkujiyê û destwerdana lezgîn

Ji bo amadekariya rewşên awerte, şaredariyên Qamişlo û meclisa bajêr ve komîteya awerte ava kir. Erka wê destwerdana lezgîn e. komîteyê gelek xizmet di dema lehiyên li ser Herêma Cizîrê de, pêşkêş kirin. Piştevaniya aktîv di vemirandina şewatên bizanabûn de kir. Di vemirandina şewatên bizanabûn de, endamekî komîteyê jiyana xwe ji dest da û gelek endamên dîtir jî birîn bûn.

Projeyên beriya sersalê

Dê Şaredariyên Gel ên aliyên rojava û rojhilatê gelek projeyên beriya bidawîbûna îsal bi dawî bikin. Jê jî projeya geliyê Cexcex ê ku di nava sûkê re diherike û parastina wê der barê paqijiyê de bê kirin. Her wiha jî dê rawerstgehên basan, kunên ji bo herikandina baranê li ser rêyan, bihêzkirina ronahiya li bajêr, sererastkirina keviyên rê, vekirina 2 parkên giştî(yek li aliyê rojhilat û ya din jî li aliyê rojava) û restorakirina xezaneya ava stasyona Hilêliyê da ku avê bide tevahiya bajarê Qamişlo, bên serastkirin.

(fr)

ANHA