Rêveberiya Xweser dema destpêkirina sala nû ya perwerdeyê diyar kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi daxuyaniyekê ji dezgehên çapemeniyê re dema destpêkirina sala perwerdeyê ya 2019/2020’an eşkere kir.

Rêveberiya Xweser dema destpêkirina sala nû ya perwerdeyê diyar kir
28 tebax, 2019   08:37
EYN ÎSA

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko bi daxuyaniyekê ji dezgehên çapemeniyê re der barê sala nû ya perwerdeyê de agahî dan.

Kewser wiha got: "Perwerde yek ji lingên sereke ji avakirina civakan re ye, ji ber vê yekê ji destpêka dîrokê û heta roja me ya îro, kê xwestiye welatekî dagir bike, dest bi dagirkirina ramanên wê kiriye û ew girêdayî xwe kiriye."

Kewser anî ziman ku ew wek Desteya Perwerde û Fêrkirinê piştî rûdanên ku gel dîtin ji paşguhkirinê û dûrxistina şagirtan ji xwendinê, ji destpêka rizgarkirina herêmê, hewl dan rewşa perwerdeyê baş bikin.

Kewser wiha domand: "Bi rêya sererastkirina dibistanên rûxandî, amadekirina mamosteyan ji bo xwendinê, ew yek bi rêya felsefeya neteweya demokratîk ku lingê sereke di perwerdê de ye."

Kewser Doko ragihand ku xebata rêveberiya dibistanan di 2`yê Îlonê de dest pê dike û roja yekemîn ji destpêkirina sala nû ya perwerdeyê 15`ê Îlonê ye.

Her wiha hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sala nû ya perwerdeyê li şagirt û mamosteyan pîroz kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hêvî dikin ku sala pêşî bi serkeftî bimeşe û ji hemû mamosteyan daxwaz dikin ku bi dilxwazî bixebitin û rihê welatparêzî, jiyana hevbeş û hezkirinê belav bikin."

(jo)

ANHA