Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin

Gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derbeya li dijî şaredariyên Bakurê Kurdistanê bi meşeke girseyî li bajarê Qamişlo hate şermezarkirin.

Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk bi meşeke girêseyî li Qamişloyê hate şermezarkirin
27 tebax, 2019   19:31
QAMIŞLO

Bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin û dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin`, Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi koordîneya Kongreya Star meşek ji bo şermezarkirina gefên Dewleta Tirk a dagirker  li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên li ser Başûr û Bakurê Kurdistanê, orgenîze kir.

Bi sedan endamên Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê endamên Kongreya Star bi cilên xwe yên foklorî ya her herêmekê û tev li meşa ku li bajarê Qamişlo organize bûye, bûn.

Beşdaran pankartên bi nivîsên `Na ji qirkirina çandî re`, alên Tevgera Çand û Hunerê û Kongreya Star hildan.

Meş ji çarxeriya Sewami dest pê kir, di nav kolana sereke de ya taxa Enteriyê li ber çarxerêya Şehîdên Enetresyonalîst geriyan. Di meşê dea sloganên `Na ji dewleta Tirk a dagirker re`, `Faşîst Erdogan hilweşe`, `Na ji qirkirina çandî re`, `Bijî biratiya gelan di navbera pêkhateyan de û jiyana hevpar` berz kirin. Meş li Goristana Şehîdan a bajêr rawestiya û veguherî mitîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin, daxuyaniyek bi zimanê Erebî ji hêla endama rêveber a Tevgera Çand û Hunerê Zîlan Mecîd û bi zimanê Kurdî ji hêla nivîskar û helbestvan Ehmed Çetlî ve hate xwendin.

Di daxuyanî de hate gotin:

`Wekî tê zanîn aloziyek rastîn û kabusek mezin li Rojhilata Navîn heye. Her roj hêzên dagirker hewl didin sûd ji pirsgirêkan bigirin û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe gur bikin. Ew hêzên cîhanî di nav de yên herêmî armanc dikin ku rê li pêşiya çareseriyên ku dê demokrasî û ewlehiyê li Sûriyê peyda bikin, bigirin.

Ev hêz tenê bi berjewendiyên xwe difikirin û ji bo wê bi tevahiya rêbazan hewl didin fikrê demokratîk tune bikin. Ji ber wê îro em dibînin ku bi awayekî hovane êrîşî Herêmên Parastinê yên Medya û Wargeha Rustem Cûdî ya penaberan li Başûrê Kurdistanê dikin, tevî wê gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyêî dixwin.

Li ser asta têkoşîna me di qada çand û hunerê de, ji her demê bêtir, mezinkirina asta têkoşîn û berxwedanê li hember van êrîşan tê xwestin. Divê em li hember her kesê ku hewl dide çand û hebûna me qir bike bisekinin. Ji ber ku em dizanin ku hovantirîn êrîş, êrîşên qirkirina çandî li dijî gelan e. Ji ber ku çand nasnameya gelan û sembola hebûna wan e.

Îro li ser vê axa pîroz me li hember hovantirîn rêxistinên terorîst şer kir û berxwedanek bêhempa ku mîna wê di dîrokê de pêk nehatiye nîşan da. Bi vî şerî bi giştî, bi berxwedana jinê ya dîrokî û serkêşiya wê ya taybet Şoreşa Rojava bûye şoreşa jina azad.

Di encama van serkeftinan de tevahiya gelên herêmê bûn yek û tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li rizgarkirina herêmên xwe ji DAIŞ`ê û avakirina civakek demokratîk û azad li ser rêgeza jiyana hevpar a ku ji projeya neteweya demokratîk girtine, bûn

Îro û weke ku em baş dizanin armanca tevahiya gef û tehdîdên Tirkiyê têkbirina projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser e. Ji ber ku ev projeyên demokratîk ji hikumeta Tirkiyê  û serokê wê re mîna kabusê ye. Piştî ku planên wî di dagikirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi binketin, me dît ku Erdogan êrîşî bakurê Kurdistanê kir û şaredariyên gel ên ku gel di hilbijartinan de bi dest xistine, desteser kirin.

Wek gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em wan kiryarên faşîst şermezar dikin. Em dibêjin û tekez dikin ku gelê Kurd dê her tim li hember tevahiya zêdegaviyan li ber xwe bide. Em li rex gelê me li Bakurê Kurdistanê ne û em soz didin ku em ê layîqî dîroka xwe ya têkoşer, xwîna şehîdên xwe bin. Em ê li hember tevahiya komployên der heqê gelên me de têne plankirin bisekinin û em ê li hember tevahiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Di dawiyê de wek Tevgera Kevana Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê û Kongreya Star em tevahiya hewldanên ku qirkirina çanda gelên me armanc dikin şermezar dikin. Em wê qebûl nakin û tu carî em qebûl nakin û jê re dibêjin na ji qirkirina çandî re û ji gelên xwe re dibêjin ax û rumeta xwe biparêzin."

(şx)

ANHA