Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê di mehên Tîrmeh û Tebaxê de topbaranên li dijî kantona Şehbayê ku şêniyên Efrînê neçar mane koçî bikin, zêde kirine. Di encamê de şêniyekî jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn û li rexê jî ziyanên madî gihiştin şêniyan. Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtine şêniyên Efrînê yên li Şehbayê.

Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê
Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê
Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê
Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê
Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê
Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê
Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê
Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê
Dewleta dagirker di 2 mehan de 75 roket avêtin Efrîniyên li  Şehbayê
22 tebax, 2019   07:32
ŞEHBA -ALAN REŞÎD

Kantona Şehbayê ya ku bi deh hezaran şêniyên kantona Efrînê ji ber êrîşên dijminatiya Tirkiyê koçî wir bûne, bi awayekî rojane rastî kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li herêmên Ezaz, Marih û Efrînê bi cih bûne, tên.

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê gundên Şêx Îs, Hirbil, Samoqa, Bendava Şehba, Til Cîcan, Nêrebiyê, Til Medîq, Til Malid, Til Rifat û Um Hoş bi çekên giran, roketên hawin û topavêjê dike hedef.

Li gor serjimariya meclisên herêmê yên kantona Şehbayê, binpêkirinên dagirkeriya  Tirk û çeteyên wê ji destpêka meha Tîrmehê ve zêde bûne. Her wiha navçe û gund bi zêdetirî 75 roketên cur bi cur kirin hedef.

Ev binpêkirin bû sedema ziyanên  mirovî û madî. Di meha Tîrmehê de artêşa dagirker a Tirk û çeteyên ên ku li bajarê Ezazê bi cih bûne, navçeya Til Rifatê bi zêdetirî 7 roketan kirin hedef. Di encamê de şêniyê bi navê Sebrî Umer Hemdo ji şêniyê Til Rifatê ye şehîd bû û 5 jî ji şêniyên Efrînê jî birîndar bûn. Kesên birîndar bûne jî ev in; Mehrem Bekir Gilo, Îlyas Sebrî Hemdo, Osman Reşîd Mixtar, File Abdullah Xalid û Nûrî Xelîl Hemo.

Di Tebaxê de dîsa topbaranên  dagirkeriya Tirk ên li ser navçeya bi zêdetirî 8 roketan berdewam kir û di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Li herêmên Şêx Îs, Hirbil, Samoqa, Bendava Şehba, Til Cîcan, Nêrebiyê, Til Medîq û navçeya Um Hoş jî ziyan tenê madî bûn.

Di vê çarçoveyê de hevserokê navçeya Til Rifatê Mihemed Henan got: "Piştî ku şêniyên Efrînê neçar man ji ber dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji warê xwe derkevin û berê xwe bidin Şehbayê, li vir jî binpêkirinên dagirkeran li dijî wan berdewam in. Armanca van êrîşan şikandina vîna şêniyan e.” Henan domand: "Dagirkerî rojane êrîşî dike û dibe sedema ziyanên mirovî. Ji ber êrîşan jî dest û pêyên şêniyan qut dibin. Armanca dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ji van binpêkirinan ew ku vîna şêniyên Efrînê lawaz bike û komkujiyan li ser wan pêk bîne.”

Şêniyê bi navê Fexrî Ehmed ê ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û niha li navçeya Til Rifetê bi cih bûye wiha got: “Mafê me tê binpêkirin û cîhan bêdeg e. Lê belê em şêniyên Efrînê dê li hember armancên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê bisekinin. Em ê bendan li heber projeyên Tirkiyê yên dagirkeriyê danin.”

(fr/bm)

ANHA