`Paqijiya mala te ji paqijiya bajarê te ye`

Îro bi dehan endamên saziyên civaka sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên Til Hemîsê bi druşma ‘Paqijiya mala te ji paqijiya bajarê te ye’ beşdarî hemleya paqijiyê bûn.

`Paqijiya mala te ji paqijiya bajarê te ye`
`Paqijiya mala te ji paqijiya bajarê te ye`
`Paqijiya mala te ji paqijiya bajarê te ye`
3 tebax, 2019   13:42
QAMIŞLO

Ji bo teşwîqkirina şêniyan di warê paqijiyê de,  parastina hawîrdorek pak, ji bo sivikkirina miqdara çopa dikanan û çareserkirina wê bi rêbazên şaristanî bi hevkariya şêniyan û karkerên paqijiyê, meclis û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest bi hemleyek paqijiyê kirin. Hemle di 30`ê Hezîranê de bi dirûşmeya `Welatê me mala me ya mezin e, ka em wê paqij bihêlin` li hemû bajar navçeyên herêma Cizîrê hat destpêkirin.

Ev hemle heftane ye û roja Şemiyê wek roja destpêka hemleyê hate diyarkirin.

Îro di çarçoveya berdewamkirina hemleyê de bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî li Til Hemîsê dest bi hemleya paqijiyê kirin. Hemle ji ber navenda Şaredariya Gel a navçeyê destpê kir û di nav kolana sereke de û li ber Akademiya Rêzan Qamişlo ya li Til Hemîsê bi dawî bû.

Beşdarên hemleyê destnîşan kirin ku divê herkes beşdarî hemleya paqijkirina herêma xwe bibe.

(şx)

ANHA