Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin

Li Tirbespiyê, Girkê Legê û kantona Girê Spî ji bo salvegera 5`emîn a Komkujiya Şengalê meş hatin lidarxistin.

Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin
Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin
Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin
Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin
Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin
Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin
Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin
Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin
Li Rojava fermana Şengalê hate şermezarkirin
3 tebax, 2019   13:48
QAMIŞLO

Îro salvegera 5`emîn a Komkujiya Şengalê ye ku li ser civaka Êzidî hate kirin. Êzidiyan li ser destê çeteyên DAIŞ`ê ku hemû desteka madî û lojistî ji dewleta Tirk digire, di sala 2014`an de rastî komkujiyeke herî hov hat.

Piştî ku pêşmergeyên PDK`ê  ji Şengalê reviyan û gelê Êzidî di nava pencên çeteyên DAIŞ`ê de hîştin, bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin û jin û zarok jî hatin kuştin.

Îro ji bo şermezarkirina komkujiya li ser Êzidiyan Êzidiyên navçeya Tirbespiyê tevî bi sedan ji pêkhateya Kurd, Ereb û Suryan  meşeke şermezarkirinê organîze kirin. Meşvanan teqez kirin ku dewleta Tirk destek da DAIŞ`ê ev yek jî bi hevkariya hin dewletan û hêzên herêmî kir, armanca xwe jî tunekirina hebûna civaka Êzidî û çanda Kurdî ya resen e.

Meş ji pêşiya Navenda Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê destpê kir û ber bi Qada Azadî ve dewam kir. Di meşê de, pankartên “Na ji qirkirin û dagirkeriyê re, parastian jina Şengalî parastina hebûna jinê ye” rakiribûn û wêneyên komkujiyên Êzidiyan hildabûn. Meşvanan dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk a ku destek da çeteyên DAIŞ`ê beriz kirin.

Meş li Qada Azadî veguherî mitîngê. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, ji rêveberên Yekitiya Êzidiyan li Sûriyê Leyla Îbrahîm û bi navê şaxê Mala Êzidî ya Tirbespiyê Ziyad Rûstem axivîn.

Axevêran di destpêkê de, spasiya HPG`ê kirin ji ber wan destwerdan kir û gelê Êzidî parastin û di vê oxirê de qurbanî dan, di heman demê de  dewleta Tirk a ku destek da çeteyên DAIŞ`ê di hemû aliyan de di aliyê lojistî, madî û menewî ku sînorê xwe jî  vekir, da ku civaka Êzidî, çand û nasnameya Kurdî ya resen tune bike, şermezar kir.

Her wiha axaftivanan teqez kirin ku komkujiyên ku li ser Êzidiyan hate kirin, wê bimîne lekeyeke reş li ser eniya dewleta Tirk û komplogeran.

Miting bi dirûşmehê şermezarkirina îxanetê û komployên li ser gelê Kurd û nexasim Êzidî li Efrîn û Şengalê bi dawî bû.

GIRÊ SPÎ

Li bajarê Girê Spî jî bi heman boneyê bi dehan kes li qanda bûn û fermana Şengalê û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji ber Çerxerêya Dadgeha Kevin dest pê kir û heta konê  mertalên zindî yên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li taxa Minbetihê dewam kir.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên" Em êrîşên DAIŞ`ê yên li ser Şengalê û komkujiya der heqê wan de şermezar dikin", alên QSD, YPG, YPJ, YBŞ û wêneyên şehîdan hilgirtin.

Her wiha xwepêşandêran li dijî gefên dewleta Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sloganên"Na ji dagirkeriya Tirkiyê re"berz kirin.

Meş li ber konê çalakiya mertalên zindî veguherî mîtîngê, li vir piştî deqeyeke rêzgirtin hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl axivî û got:"Şehîd namirin, saxiyê ji birîndaran re dixwazin û azadî ji girtiyan re, gelên ji bo bi aramî bijîn hatine dinê, her wiha da ku li kêleka xuşik û birayên xwe bi aşîtî, wekhevî û hezkirin bijîn, em jî wek gelê herêmê komkujiya Şengalê ku berdewamiya fermanên berê ye û herî dawîn jî bi hevkariya AKP, komên terorîstan pêk hat şermezar dikin."

Hêvîn Îsmaîl di dewama axaftina xwe de bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha anî ziman"Niha li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef hene, ev jî bi armanca dubarekirina dagirkeriya Osmanî ye. Tirkiyê bi hinceta avakirina herêma bi ewle û bi hinceta parastina ewlehiya neteweya xwe gefan dixwe, lê di rastiyê de dixwaze herêmên Sûriyê û Iraqê ji Deryaya Spî û heta Mûsil û Kerkûkê dagir bike."

Di dawiya axaftina xwe de hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl bi navê gelê herêmê sûcên DAIŞ`ê der heqê mirovahiyê de şermezar kir û wiha got:"Ol a xwedê ye û welat ê her kesî ye."

GIRKÊ LEGÊ

Di salvegera 5`mîn a komkujiya Şengalê de, bi sedan şêniyên Girkê Legê meşek li dar xist.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik a Girkê Legê hate destpêkirin û ber bi kolanên serekê yên navçeyê ve meşiyan. Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên"Parastina rûmeta jinên Şengalê, parastina hebûna jinan e, na ji qirkirin û dagirkeriyê re"hilgirtin. Her wiha sloganên şermezarkirina komkujiyên der heqê êzidiyên li Şengalê û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berz kirin.

Beşdaran li orta kolana sereke ya navçeyê rawestiyan, paşê deqeyeke rêz girtin. Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û got:"Em komkujiya Şengalê ku di encamê de bi hezarên şêniyên êzidî bûn qurbanî şermezar dikin, di vê derbarê de em ji hikumeta herêmê re dibêjin; ka helwesta we ya kurdî, heta kengî hun ê di bin bane dijmin de bin?."

Her wiha rêvebera Kongreya Star Henîfa Mihemed axivî û tekez kir ku hejmareke biçûk a Hêzên Parastina Gel li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kirin, lê dikarîn bi hezaran ji êzidiyan biparêzin.

Xwepşandan bi sloganên na ji komkujiya Şengalê re bidawî bû.

ANHA