Şêniyên Kobanê cangoriyên meha Tîrmehê bi bîr anîn

Şêniyên kantona Kobanê şehîdên meha Tîrmehê yên di cih û dîrokên cûda li şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de şehîd bibûn, bi bîr anîn.

Şêniyên Kobanê cangoriyên meha Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê cangoriyên meha Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê cangoriyên meha Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê cangoriyên meha Tîrmehê bi bîr anîn
Şêniyên Kobanê cangoriyên meha Tîrmehê bi bîr anîn
30 tîrmeh, 2019   19:25
KOBANÊ

Merasîmê bîranên li goristana Şehîd Dicle ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ve hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên kantonê di nav de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên sivîl û leşkerî yên kantonê tevlî merasîmê bûm.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîd axivî û ev got: "Şehîd têgihiştin rastiyê û dan ser şopa wê û di oxira azadiya gelê xwe gihiştin asta şehadetê."

Mihemed Şahîn anî ziman ku"Em di pêvajoyeke hebûn û nebûnê de ne, divê em hebûna xwe îsbat bikin û destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin biparêzin û têkoşînê di her qadan de mezin bikin."

 Di dawiya merasîmê de şêniyan li ser gorên şehîdan mûm vêxistin.

ANHA