Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn

Li Minbicê bi merasîmekê şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn. Di merasîmê de dayik û hevjînên şehîdan daxuyaniyek da û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê şermezar kirin.

Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn
Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn
Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn
Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn
Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn
Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn
Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn
Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn
Li Minbicê şehîdên meha Tîrmehê hatin biranîn
30 tîrmeh, 2019   18:59
MINBIC

Şêniyên bajar û gundewarên Minbicê bi merasîmekê li goristana Şehîdan, şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn. Dayik û hevjînên şehîdan di çarçoveya pêngava "Me yekitiya xwe ava kir..em biser ketin..em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin..ji dagirkeriya Tirk re na"de ya bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî El-Mihemed şehîdên meha Tîrmehê bi bîr anîn û got: "Şehîd mişeleya ku rêya me ronî dike û deryayek ji fedekariyê ne, gotin nîn in ku leheniya wan bînin ziman. Şehîdan berdêlên giran dane da ku em bi azadî bijîn."

Bi navê malbata şehîd Welîd El-Ceza, dayika wî Ferîde Qebanî jî axivî, spasiya Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Meclisa Malbatên Şehîdan kir ku ji bo parastina gel ked dane. Ferîda soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan, daxuyaniyek bi navê dayik û hevjînên şehîdan ji aliyê rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Hesna El-Dahir dayika şehîd Mehmûd El-Îsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi navê dayik û hevjînên şehîdên ku ji bo ewlehî û aramiya welatê me xwîna xwe ya zelal dane em ji hemû jinan bi taybet dayik û hevjînên şehîdan hêvî dikin ku li ser xeta şehîdan bimeşin û armancên wan pêk bînin. Divê hemû jin ji bo rumeta zarokên xwe û jiyaneke bi rumet li hemberî her dijminekî sekina berxwedanê bisekinin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gefên Tirkiyê hîna bi dawî nebûne, armanca wê ew e ku deverên din ên xaka Sûriyê dagir bike û wiha hate domandin: "Armancên Tirkiyê wê pêk neyên. Em ê li hemberî van gefan bisekinin, çawa me zarokên me rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê têk bikir û welatê me rizgar kir em ê li hemberî Tirkiyê bisekinin û xeta şehîdan xwe bişopînin."

Di dawiya merasîmê de şêniyan di nav berzkirina dirûşmeyan de find li ser gorên şehîdan pêxistin.

ANHA