Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Şopdarên Rojê

Navenda Şopdarên Rojê di roja 4’emîn a çalakiyên Pêşangeha Pirtûkan a Sêyemîn a Herekol de 25 wêne pêşkêş kirin. Pêşangeh ji 20’ê mehê ve bi dirûşma "Civaka xwende, civaka pêşketî ye" li Hola Zana ya Qamişlo bi beşdarbûna 34 saziyên çandê û Desteya Weşanê li dar e.

Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Şopdarên Rojê
Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Şopdarên Rojê
Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Şopdarên Rojê
Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Şopdarên Rojê
Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Şopdarên Rojê
Di pêşangeha pirtûkan de wêneyên Şopdarên Rojê
23 tîrmeh, 2019   12:50
QAMIŞLO

Pêşangeha Pirtûkan a Sêyemîn a Herekol rojane bi dehan mêvanên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwaz dike. Ev jî nîşaneya girîngiya pêşangehê ye ku Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li dar xistiye.

Di roja 4’emîn a çalakiyên pêşangehê de, Navenda Şopdarên Rojê 25 fotografên destanên şervanên QSD, YPG, YPJ’ê û Erka Xweparastinê û wêneyên şerê dawîn ê QSD’ê yê li Baxozê piştî tunekirina çeteyên DAIŞ’ê, pêşkêş kirin.

Rêveberê Navenda Şopdarên Rojê Reşo Kasan diyar kir ku her wêneyek ku hatiye kişandin, rewşeke xwe ya taybet heye. Her wêneyek jî têkoşîn û berxwedana şervanan a girêdayî eniyên şer derdibirîne û wiha got: "Bi van wêneyan, me xwest têkoşîn û berxwedanê bi rêya destanên şervanên YPG, YPJ û QSD’ê eşkere bikin."

Kasan îşaret pê kir ku di pêşangehê de 25 fotograf û li rexê jî 14 pirtûkên cur bi cur wekî çandî, roman, pirtûkên li ser nêrîna jinan ji aliyê leşkerî ve û pirtûkên dîroka şoreşên kurdî, hene.

L pêşangehê 113 hezar pirtûk, ji 8 hezar û 500 sernavên çandî, civakî, zanistî, olî, felsefî, şûnwarî, dîrokî û bi zimanên erebî, kurdî, suryanî û îngilîzî hene.

Pêşangeh dê heta 25’ê Tîrmehê bidomin.

(fr)

ANHA