Mertalên zindî: Em yek gewde ne û gefên dewleta Tirk napejirînin

Çalakiyên mertalên zindî li kantona Girê Spî li ser sînorê Tirkiyê di roja 5’emîn de di nava israrkirina berxwedanê de didomin.

Mertalên zindî: Em yek gewde ne û gefên dewleta Tirk napejirînin
Mertalên zindî: Em yek gewde ne û gefên dewleta Tirk napejirînin
Mertalên zindî: Em yek gewde ne û gefên dewleta Tirk napejirînin
22 tîrmeh, 2019   12:44
GIRÊ SPÎ

Çalakiya mertalên zindî li bajarê Girê Spî yên li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê a redkirina gefên Tirkiyê yên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kete roja xwe ya 6’emîn.

Di çalakiyê de endamê Komîteya Têkiliyên Civakî ya Meclisa Kantona Girê Spî Emar Hesen axivî û gefên Tirkiyê yên der barê herêmê û amadekariyên leşkerî yên li ser sînor şermezar kirin û wiha got: "Siyaseta Tirkiyê tevahî qanûnên navdewletî û desthilata xak û gelê Sûriyê binpê dike."

Emar Hesen israra li hember dagirkeriya Tirk tekez kir û wiha lê zêde kir: "Em nahêlin bikevin xaka me ya muqedes a ku bi xwîna ciwanên me hatiye avdan û em ê bi mertalên zindî li hemberî hêzên dagirkeriyê bisekinin."

Li aliyekî dîtir jî Fewaz Heremiyê ji ciwanên Girê Spî wiha da zanîn: "Tu ferq û cudahî di navbera me û sûriyan de tune ye. Em ciwanên vê xakê ne. Gefên Erdogan li hember xaka Sûriyê, şermezar û lanet dikin."

Fewaz Heremiyê wiha berdewam kir: "Tirkiye hewl dide fitneyan li herêmê di nava Kurd û Ereban de derxe. Em vê yekê qebûl nakin. Naxwazin Tirkiye enaryoya dagirkeriya Osmanî dubare bike. Divê Erdogan bizane ev xewn ne pêkan e. Gelê herêmê bi hemû pêkhate û etnîkên heyî li Sûriyê hevgirtî ye û li ber xwe dide."

Ebid El-Hecî jî ji şêniyên navçeya Silokê ya girêdayî kantona Girê Spî ye û wiha diyar kir: "Em wek pêkhateya Ereb li herêmê gefên Tirkiyê qebûl nakin. Aştî û ewlehiyê ji welat û xaka xwe re dixwazin."

Ebid El-Hecî wiha pê de çû: "Komkirina Tirkiyê ya hêzên xwe li ser sînor, bi her awayî nayê pejirandin. Em yek laş û netewe ne. Tu têkiliya Tirkiyê bi karê me tune ye û ne jî yê me pê heye. Tirkiyê kiryarên ku civaka navdewletî û tu kesên ku li gel wan exlaq û nirxên mirovahiyê hene qebûl nakin, pêk anîn."

Ebid El-Hecî got li gel Tirkiyê xewnek heye û ew jî vejandina dewleta Osmanî ye û ew jî bi her awayî redkirî ye.

(fr)

ANHA