Navenda Cemîl Horo behreyên zarokan pêş dixîne

Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê, ji bo xurtkirina behreyên zarok û ciwanan bi tevlibûna 210 xwendekaran dewreyên perwerdeyê vekir.

Navenda Cemîl Horo behreyên zarokan pêş dixîne
Navenda Cemîl Horo behreyên zarokan pêş dixîne
Navenda Cemîl Horo behreyên zarokan pêş dixîne
Navenda Cemîl Horo behreyên zarokan pêş dixîne
Navenda Cemîl Horo behreyên zarokan pêş dixîne
Navenda Cemîl Horo behreyên zarokan pêş dixîne
Navenda Cemîl Horo behreyên zarokan pêş dixîne
21 tîrmeh, 2019   14:52
HELEB

Bi armanca pêşxistina karîn û behreyên zarokên taxa Şêxmeqsûd, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê dewreyek perwerdeyê ya wênesazm muzîk, stran, dîlan û lîstokên zarokan  vekir.

Hejmara kesên ku tev li dewreyê bûne 210 in û li ser 14 koman hatin belavkirin. Destpêkê waneyên teorî di dirêjahiya hefteyekê de dê werin dayîn. Wane ji aliyê 10 mamosteyên pisporên warên wênesazî, muzîk, staran, dîlan û lîstok zarokan ve têne dayîn.

Her komek li gorî 2 refan hatine dabeşkirin, refa yekemîn zarokên jêrî 14 salî ne û refan din jî 14 salî û jor de. Dewre bê pere hatine vekirin, zarok ji bilî rojên În û Şemiyê perwerdeyan dibînin.

Şêniyên taxê bi coşekê zarokên xwe dişînin dewreyê û wek derfetekê ji bo pêşxistina behreyêmn zarokên xwe dibînin. Şêniya bi navê Mune Henan behsa girîngiya dewreyê kir û diyar kir ku du zarokên wê tev li waneyên muzîkê bûne.

Mune tekez kir ku dewre behreyên zarokên wê di warê muzîkê de pêş dixe û bingehek xurt ava dike.

Girêdayî hema mijarê endamê rêveber ê navendê Ferîd Sirûr tekez kir ku dewre bi alaqeyeke mezin ji aliyê şêniyan ve hatiye û armanc ji vekirina dewreyê ne tenê pêşxistina behreyên zarokan e lê belê da ku çanda xwe bi rêya waneyên folklorî û tevlikirina wan di şanoyên girêdayî kurdan de bêtir nas bikin.

Sirûr destnîşan kir ku hejmara zarokan bi awayekî mezin duqat bûye û ev hejmar jî ji texmînên wan pirtir bû û wiha domand: "Gelek zarok ji derveyî taxê tên ji ber wê em hewl didin erebeyan ji wan re peyda bikin."

(şx)

ANHA