Li Qamişloyê pîrozahiya salvegera Şoreşa Rojava dest pê kir

Li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna girseyeke qerbalex salvegera Şoreşa Rojava dest pê kir.

Li Qamişloyê pîrozahiya salvegera Şoreşa Rojava dest pê kir
Li Qamişloyê pîrozahiya salvegera Şoreşa Rojava dest pê kir
Li Qamişloyê pîrozahiya salvegera Şoreşa Rojava dest pê kir
Li Qamişloyê pîrozahiya salvegera Şoreşa Rojava dest pê kir
Li Qamişloyê pîrozahiya salvegera Şoreşa Rojava dest pê kir
19 tîrmeh, 2019   16:12
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, Kurd, Ereb û Suryan bi cil û bergên xwe yên folklorî, şaneyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêx û rûpsiyên herêmê û kesayetên beşdarî komxebata der barê DAIŞ‘ê de bibûn li Stada 12‘ê Adarê ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo kom  bûn da ku salvegera 7‘emîn a Şoreşa 19‘ê Tîrmehê bikin. Şêniyên al û sembolên şoreşa Rojava hilda bûn.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ‘ê, wêneyên şehîdên Rojava, pankartên "Ciwanên azad misogeriya jiyana azad demokratîk e","Şoreşa 19‘ê Tîrmehê deryaya çand û azadiyê jinên ciwan e" û "Bi yekitiya gelê xwe em ê faşîzma Erdogan têk bibin" hatin daliqandin.

Cihê pîrozbahiyê ji aliyê Hêzên Asayîşê, Hawarê, Trafîk û Hêzên Parastina Civakî (HPC) vet ê parastin. Ji bo rewşên awaret jî ambulanc jî amade ye.

Pîrzobahî bi merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û Hêzên Xweparastinê ve dest pê kir.

Ji fermandarên YPJ‘ê Rojda Efrîn axivî û got: "Fedekariyên mezin ku di nava 7 salên Şoreşa Rojava da hatin dayîn bi serkeftinên mezin bi encamp bû. Şervanên xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê diparêzin têkoşîneke mezin li dijî DAIŞ‘ê hevkarên wê artêşa Tirk a dagiarker dane meşandin û destkeftiyên şoreşê mîsoger kirin."

Rojda Efrînê wiha domand: "Madem gef li ser gelên me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hene wê têkoşîna me her zêde û berfireh bike. Serkeftinên li ser erdê pêkhatin berhemên fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwîna şehîdan e."

Di çalakiya mîhrecana Şehîd Stêrvan a duyenîm a bi boneya salavegera Şoreşa Rojava de dê axaftin ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Avrîn Avdar, axaftina Rêveberiya Xweser, Kongreya Star ve werin kirin. Her wiha dê şano, stran û spora taykwendo û werin pêkşkêşkirin û  pêşengeheke wêneyan were vekirin.

ANHA