Li Kobanê stadeke futbolê tê ava kirin

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê dest bi avakirina stadeke futbolê kirin.

Li Kobanê stadeke futbolê tê ava kirin
Li Kobanê stadeke futbolê tê ava kirin
Li Kobanê stadeke futbolê tê ava kirin
Li Kobanê stadeke futbolê tê ava kirin
16 tîrmeh, 2019   07:28
KOBANÊ – OMER MIHEMED – SAMIR OSMAN

Beriya hefteyekê, desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Firatê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê dest bi projeyeke sporê mezin a avakirina stada futbolê kir. 

Li bajarê Kobanê 2 stadên ne aktîv hene e, ji ber ne başiya wê gelek lîstikvan birîndar bûn.

Stadên li bajêr biçûk û nabe ku turnoveyên fermî tê de çêbibin, ji ber biçûkbûna stadê divê di serê her tîmekê 6 kes bilîzin û lîstikgehên fermî hejmara lîstikvanên her tîmekê 11 kes in.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Bozan Berkel diyar kir ku deste plan dike, stadeke bi dirêjiya 150 û firehî 70 metre ava bike.  

Her wiha 74 holên din taybet ji bo Taykwendo, werzîşa bedenê û lîstikên din ên sporê ava dike.

Berkel diyar kir ku tê payîn proje salekê bi dawî bibe.

(jo)

ANHA