Li herêma Cizîrê pêngava paqijiya giştî destpê kir

Deste û saziyên Rêveberiya Xweser bi slogan ‘Welat mala me ya mezin e, em wî biparêzin’ li bajar, navçe, gund tevhiya herêma Cizîrê dest bi pêngava paqijiyê kirin.

Li herêma Cizîrê pêngava paqijiya giştî destpê kir
6 tîrmeh, 2019   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca belavkirina çanda paqijiyê, parastina bedewiya bajar, navçe û gundan, belavkirina bîrweriyê, deste û saziyên Rêveberiya Xweser, wê herheftiyê roja Şemiyê derkevin paqijiyê. Pêngav dê heya 3 mehan berdewam bike.

Li ser vî esasî îro dilhezan li bazar, kolanên sereke yên girêdayî bajêr û navçeyan geriyan û bermahî kom kirin.

Di vê derbarê de şêniyan banga însiyatîf û beşdariya pêngavê, di heftiyên were de kirin.

(eh)

ANHA