ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.07.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.07.2019
6 tîrmeh, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk (NRLS) Komxebata Navneteweyî ya derbarê çeteyên DAIŞ`ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê ) li Hola Beylesan a bajarê Amûdê li dar dixe, saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Hesen Xerbî Temo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Eşîrên Şedadê û yek ji rûspiyên eşîra Cibûr, Silêman Derwîş diyar kir ku ew qebûl nakin ku dadgeha navdewletî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên bajarê Hesekê hişyarî dan û gotin: “Eger çeteyên DAIŞ’ê neyên cezakirin, dê hebûna wan li ser tevahî cîhanê xeteriyê çêbike.” BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê paneleke bi navê "Jin ber bi pêşerojê ve" li bajarê Hesekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Tenduristiyê ya Komîna Jinan a taxa Şêxmeqsûdê roleke girîng di tedawîkirin û belavkirina çandina tendurisityê de dilzeyîne. Komîte ku ev saleke û nîv hatiye avakirin alîkariyan pêşkêş dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Akademiya Kongreya Star a li Helebê ji destpêka hatiye vekirin û heta niha 5 dewreyên perwerdeyê qedandine û 118 jin perwerde kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA