Ji jor de wêneyên berfirehiya zeviyên ku li kantona Kobanê şewitîn e

Di 2 mehên dawî de bi hezaran hektar ji zeviyên çandiniyê li kantona Kobanê şewitîn. Ajansa me wêneyên ji bo de yên zeviyên şewitîn kişandin.

Ji jor de wêneyên berfirehiya zeviyên ku li kantona Kobanê şewitîn e
Ji jor de wêneyên berfirehiya zeviyên ku li kantona Kobanê şewitîn e
Ji jor de wêneyên berfirehiya zeviyên ku li kantona Kobanê şewitîn e
4 tîrmeh, 2019   07:37
KOBANÊ – ZANA SEYDÎ

Ji ber şewatên ku di meha Gulan û Hezîranê di zeviyên çandiniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zirareke mezin di berhema genim û ceh de derket. Her wiha bi sedan dar û baxçe jî şewitîn.

Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyên xwe de diyar kir ku ev şewat bi zanebûn hatine kirin. Rêveberiyê destnîşan kir ku armanc rûxandina aboriya herêmê ye. Heman demê de di dîmenan de diyar dibe ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker agir bi gelek zeviyên çandiniyê dixe. Li rex wê jî gelek kes bi tewanbariya ku agir bi zeviyan dixistin hatin girtin. Her wiha DAIŞ`ê jî beriya niha berpirsyariya şewata li Sûriyê û Iraqê girt ser xwe.

Ajansa me ji jor de wêneyên zeviyên ku li kantona Kobanê şewitîne, kişandin. Di wêneyan de derket ku berfirehiyek pir mezin hatiye şewitandin. Di wêneyan de berfirehiyeke biçûk ji zeviyên çandiniyê ku agir pê neketiye xuya dike, her wiha gundên ku agir gihaşt wan diyar dibin.

Heta niha jî car caran agir bi zeviyên gundên kantonê dikevin, di encamê de berhema genim, ceh, pûş û ka ku wek xwarina sereke ya heywanan e, dişewitin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya niha da xuya kirin ku zirara şewatan 19 milyar L.S ye.

Di jimareya dawî ku Rêveberiya Xweser diyar kir, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 40 hezar hektar ji genim û ceh şewitîn, jê 2 hezar û 450 hektar li herêma Firatê (kantona Kobanê û Girê Spî) ne.

 (jo/bm)

ANHA