Li Minbicê xebata avakirina avahiyan  zêde dibe

Bi armanca geşkirina avahiyan li hemû taxên bajêr û bejahiya wê, Şaredariya Gel li bajarê Minbic û Gundewarên wê di mehên destpêkê yên sala 2019`an de, zêdetirî 200 ruxsetên avakirinê dan şêniyên bajêr.

Li Minbicê xebata avakirina avahiyan  zêde dibe
Li Minbicê xebata avakirina avahiyan  zêde dibe
Li Minbicê xebata avakirina avahiyan  zêde dibe
Li Minbicê xebata avakirina avahiyan  zêde dibe
Li Minbicê xebata avakirina avahiyan  zêde dibe
Li Minbicê xebata avakirina avahiyan  zêde dibe
Li Minbicê xebata avakirina avahiyan  zêde dibe
24 hezîran, 2019   12:01
MINBIC

Piştî derbasbûna 3`ê salan ji rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê, bi peydabûna ewlehiyê re xebata avakirina avahiyan berdewam dike.

Têkildarî mijarê, Hevserokê Buroya  Fenî ya girêdayî Şaredariya Gel a Minbinc û gundewarên wê Ehmed Şêxo ji ajansa me ANHA`yê re tekez kir, ku tevgera avakirinê roj bi roj zêdetir dibe, di vê der barê de buroya fenî ya girêdayî Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarên wê di sala 2017`an de 450 ruxset dane, lê  di sala 2018`an pêla avahiyê zêdetir bûye û 550 ruxset hatin dayîn.

Şêxo bal kişand ser ku ronesasa avahiyê zêde û berdewam e, ji ber vê yekê di serjimariya mehên destpêkê ji sala 2019`an de, buroya fenî ya girêdayî Şaredariya Gel a Minbic û Gundewarên wê zêdtirî 200 ruxsetên avakirinê dane.

Tê payîn ku di mehên li pêşiya me de, li bajarê Minbicê û Gundewarên wê pêla avakirinê bilind bibe.

(eh)

ANHA