Li Til Hemîsê 150 kg ji madeyên demborî hatin şewitandin

Piştî ku endamên buroya zebîteyan li ser dikandarên bazirganiyê yên girêdayî navçeyê Şaredariya girêdayî wê geriyan, zabîteyên tenduristiyê û parastina mezaxtinê û boruya zebîteyên zemhêrê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs 150 kg ji madeyên demborî şewitandin.

Li Til Hemîsê 150 kg ji madeyên demborî hatin şewitandin
Li Til Hemîsê 150 kg ji madeyên demborî hatin şewitandin
Li Til Hemîsê 150 kg ji madeyên demborî hatin şewitandin
24 hezîran, 2019   12:08
QAMIŞLO

Madeyên ku hatin şewitandin ev in :Şerebt, mey, şkir, piskewîtên zarokan, şîpis, yax, avabacana, helawê, rîçala xurma, firêz û mişmişan, Yax û zater, hevîrtirş û zeyta zeytûna.

Têkildarî mijarê endamê Komîteya Zabîteya Zemhêrê ya girêdayî Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs got: "Em gelek caran li ser dikandarên bazirganiyê geriyan û me kel û pelên ku dema wan derbas bûbû, yên wekî mey, kola û gelek tiştên din kontrol kirine, li ser vî esasî bi serpereştiya zebîteyên tenduristiyê û parastina mezaxtinê ew made hatin desteserkirin û şewitandine."

(eh)

ANHA